Komên çete yên li Serêkaniyê bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320978-komên_çete_yên_li_serêkaniyê_bi_hev_ketin_kuştî_û_birîndar_hene
Li bajarê Serêkaniyê ya ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê dagir kiriye, di navbera çeteyan de şer derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2020 23:07 Asia/Tehran
  • Komên çete yên li Serêkaniyê bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serêkaniyê ya ku dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê dagir kiriye, di navbera çeteyan de şer derket.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Vê êvarê li bajarê Serêkaniyê di navbera çeteyên "Sultan Mruad" û "Furqeya 20" yên girêdayî dewleta Tirkiyê de şerekî giran rû da.

Li gorî agahiyan çeteyekî "Sultan Murad" hate kuştin û bi kêmanî ji herdu aliyan 4 birîndar bûn. Şer hîna berdewam e.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di 27'ê Cotmehê de jî ji ber şerê di navbera çeteyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan di nav de jinek û zarokek  û ji ber topbarana bê ser û ber ziyan gihiştin malan.

Her wiha 7 çete hatin kuştin û zêdeyî 15 jî birîndar bûn, ku di nav de rewşên xeter hene. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhestin.