Îlon 05, 2020 20:37 Asia/Tehran
  • Jinên Reqayê sûcên Dewleta Tirkiyê li dijî gelên Bakurê Sûriyê şeremezar kirin

Jinên bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê lêdan û heqaretkirina jinan li herêmên dagirkirî yên Bakur Sûriyê ji hêla Dewleta Tirkiyê ve şermezar kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Têkildarî mijarê, bi dehan endamên Meclisa Qanûnsaz, meclis û komîteyên jinan li pêş avahiya "Rêveberiya Jinan a Reqayê" kom bûn da ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama Komîteya Aboriya Jinan "Nisrîn Hesen" daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve çavên tevahî cîhanê li sûcên ku Dewleta Tirkiyê pêk tîne ye. Hema wisa destwerdana li kar û barên gelê Sûriyê dike, her wiha nişfek bi temamî ji xwendinê bê par hişt, nezanî belav kir, koçberî, kuştin û binesaziya herêmê wêran kir. Bi awayekî hovane li jinan tecawîz kir û revandin. Li kêleka wê jî fîtneya etnîkî di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de çêkir."

Di beşeka din a vê daxuyaniyê da hatiye: "Lêdan û heqareta li jinan derveyî kevneşopiyên herêmên me ye. Lê hedefa Dewleta Tirkiyê bi vê yekê êdî eşkere ye. Ji dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve eşkere bû ku gelê Sûriyê bû qurbanê planên wê û Dewleta Tirkiyê aloziya Sûriyê ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn bi temamî wek derfet bi kar anî. Li aliyekî din jî ava li ser milyonek şêniyên Hesekê tevî xeteriyên vîrûsa Koronayê ku gefan li tevahî cîhanê dixwe, qut kir. Divê tevahî dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî helwesteke cidî ji bo alîkariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin. Her wiha divê tevahî aliyên peywendîdar bizanin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî etnîk û pêkhateyên xwe êdî îro yek dest e û hêzek e nayê şikandin. Nîşaneya vê jî têkbirina rêxistina herî mezin ya terorê DAIŞ’ê ye."

 

 

 

Serepeyv