EL-EREB: Nakokiya Rûsya û Amerîkayê agirê rageşiyan li rojhilata Sûriyê gur dike
Rojnameyên erebî vê sibehê behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê kir, jê ya herî girîng rageşiya di navbera Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê de ye. Di vî warî de rojnama El-Ereb a Qeterê wiha nivîsî: “Duh Rûsyayê got Amerîka berpirsa bûyera ku hefteya borî li rojhilatê Sûriyê rû da, ye.”
Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî di demek berê de di daxuyaniyekê de ragihandibû ku erebeya Rûsyayê bi erebeya Amerîkayê ya li dijî mayinan ketiye, di encamê de tîma erebeya Amerîkayê birîndar bûne.
Pir kêm bûyerek mîna vê di navbera hêzên Rûsya û Amerîkayê de li Sûriyê rû bide. Gelek pirs girêdayî bûyerê derketin pêş, heger bûyer bi şaşî bû lê encama rageşiya ku di navbera her du aliyan de bilind dibe.
Li gorî hinek agahiyên ku ji hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka û Rûsyayê bi tevlêbûna Rejîma Îsraîlê de di mehên borî de rû dane, hatine bidestxistin, her du alî gihêştin rêzelihevkirinan, nexasim girêdayî herêma rojhilat.
Rojnama e El Ereb îdia dike ku Rojhilat Sûriyê ji girîngtirînê wan herêman e ku hêz û milîsên alîgirên welatên navçê yên wekî Îranê tê de belav dibin. Ji ber ku nêzî sînorên Iraqê ye, xwedî girîngiyek jeosiyasî ye.
Rojnama hanê di dewama îdiaya xwe de dinivîse: Ji ber ku Rûsya derbarê êrişên ser hêzên alîgirên Îranê yên ku rastî bombebaranên nediyar tên, xemsar e. Eva hebûna lihevkirinekê di vî warî de di navbera Rûsya û Amerîkayê de piştrast dike.
El Ereb herwiha dinivîse: Li gorî çavdêran, ne pêkan e ku nakokiya heyî ya di navbera Amerîka û Rûsyayê de li rojhilatê Sûriyê û bakur û rojhilatê wê veguhere nakokiyek çekdarî. Ji ber ku her du alî derbarê xeteriyên tevgerên xwe yên li ser vê bingehê agahdar in.”