Tebax 28, 2020 15:42 Asia/Tehran
  • Amerîkayê ji Rûsyayê daxwaz kir li Sûriyê neyên hember hev

 Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûsyayê daxwaz dike; bi hev re xwe ji pevçûnên hev ên li Sûriyê dûr bixin. Ev jî piştî wê yekê ye ku çend roj berê li bakurê Sûriyê di navbera leşkerên Amerîkayê û Rûsyayê de alozî çêbûbû.

   Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman, bi daxuyaniyekê ragihand: “Me hişyarî daye Rûsyayê û me ew agahdar kiriye derheq reftarên wan ên metirsîdar û nelicih.”

Hoffman diyar kir: “Em pêşbînî dikin her du alî dê vegerin rêkarên destnîşankirî bi mebesta xwe jêdûrxistina pevçûnên navbera karwanên me û parastina mafên xwe dema karwanên me rastî metirsiyê bibin.”

Amerîka, hêzên Rûsyayê bi "acizkerî" tohmetbar dike û di wê baweriyê de ye ku hêzên Amerîkayê li Sûriyê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatine acizkirin.

Li hember wê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tohmetên Pentagonê red kir û ragihand; hêzên wan pabendî wan rêkarên xwe parêziyê ne, da ku xwe ji derketina pêşiya karwanên Amerîkayê biparêzin.

Serepeyv