Li Sûriyê 11 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316096-li_sûriyê_11_kesên_din_bi_vîrûsa_koronayê_ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê 11 nexweşên nû ku bi Vîrûsa Koronayê ketine, qeyd kirin. Wezaretê diyar kir ku nexweş ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusê li Sûriyê bû 70.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2020 16:02 Asia/Tehran
  • Li Sûriyê 11 kesên din bi  Vîrûsa Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê 11 nexweşên nû ku bi Vîrûsa Koronayê ketine, qeyd kirin. Wezaretê diyar kir ku nexweş ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusê li Sûriyê bû 70.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Ajansa SANA ya Sûriyê ji zarê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 11 kesên nû ku ji Kiwêtê derbasî Sûriyê bûne, bi  Vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên  Vîrûsa Koronayê li Sûriyê bû 70, ji wan 37 kes baş bûne û 4 kes jî mirine.