MSD`ê: Erdogan nikare rêkeftina “herêma ewle” têk bide
Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) radigihîne, heger artêşa Tirkiyê êrîşî wan bike, ew ji her şerekî re amade ne.
Hevserokê MSD`ê Riyad Dirara bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û ji ajansa “Alarabiya” re ragihand, ew pabendê xalên rêkeftina "herêma ewle" bûne û ti hincetên Serokomarê Tirkiyê nînin ji bo êrîşî navçeyên di destê wan de bike.
Wî herwiha tekez, heger Ergogan gefên xwe bicih bîne, ew ji her şerekî re amade ne û dê himberî êrîşên Tirkiyê bisekinin.
Hevserokê MSD`ê herwiha got: Erdogan nikare rêkeftina "herêma ewle" têk bide û dê her daxwazên nû ji Amerîkayê bike, lê Amerîka guh nede daxwazên wî. Heke gefên wî bidomin dê rewşa li navçê tevlîhev bibe.
Ev daxuyaniya Hevserokê MSD`ê di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, heger kontrola leşkerî ya “herêma ewle” li bakura Sûrîyê di destê wan de nebe, Artêşa Tirkiyê dê bi tekalî dest bi operasyona leşkerî bike.
Serokomarê Tirkiyê dema destpêkirina operasyonê aşkere kir û got: “Li rojhilatê Feratê heke em di nav 2-3 hefteyan de di çarçoveya şertên ku me diyar kirine de bi leşkerên xwe re bi awayekî piratikî dest bi avakirina herêmê nekin, bila êdî yên hemberî me bikevin nav fikaran."