Serokê Parlimana Libnanê derbara rewşa başûra vî welatî da hişyarî da
Îlon 11, 2026 13:47 Asia/Tehran
Serokê Parlimana Libnanê derbara demajoya bitaluke ya rewşa bşûra vî welatî da ji ber berdewambûna êriş u dagirkerîyên Rejîma Sîyonîst bi tundî hişyarî da u got: Rêçare bi dest nakevin u Rêkevtinameya Çarçovê jî ji nav çûye.
Nebîh Berrî Serokê Parlimana Libnanê derbara alugurên bê da jî ji ber rewşa nika reşbînbûna xwe dîyar kir u got: Ez ne geşbîn im u hegera herî mezin a vê yekê jî, kuştina berdewam u şehîdkirina libnanîyan ji wan zarokan u kiryarên têkderane yên dijmin li başûra Libnanê ne.
Şayanî gotinê ye ku Artêşa Libnanê 2 rojan berî nika di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên dagirker ên Israyîlê ji dema wajokirina Rêkevtinameya Çarçovê va nêzî 7700 carî ev rêkevtinameya binpê kirine.