Pizişkîyan: Ewlehîya aborî ji ewlehîya netewî u navçeyî ne cida ye
Serokê Komara Islamî ya Îranê ragihand: Bi hatina Hişê Çêkirî, em li ber alugureke bingehîn di abora cîhanê da ne.
Mes`ûd Pizişkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê li Konferansa Aborî ya Serokên Welatên Endamê Brics`ê da ku li Dehlîya nû hat lidarxistin, got: Nabe Brics tenê bikarînerê teknolojîyê be belku divê di berhemanîn û destnîşankirina sitandardên abora dîcîtal da jî xwedîrol be û li rex wê, ewlehîya sayberî ya binesazîyên xwe jî xurt bike.
Serokomarê Îranê herwiha got: Pêşxistina bikaranîna diravên netewî di navbera endamên Bricsê da pêngaveke girîng e, ji ber ku pergala darayî ya nika ji ber ku bala xwe dide ser tenê çend diravên netewî, himber firkên sîyasî tûşî zîyanê dibe.
Pizişkîyan herwiah dîyar kir: Ewlehîya xwarek u enerjîyê du sitûnên ewlehîya aborî ne u Komara Islamî ya Îranê bi enerjîya zimhêra a berfire û cîgeha jeopoltîk a bêhempa, amade ye rola şirîkê sitratejîk di dabînkirina enejî, xwarek û tranzîta Bricsê da bilîze.