-
Koçberên Helebê berê xwe didin Efrînê
Çile 22, 2020 10:37Ji ber dewama şêrr 27 hezar sivîl ji navçeyên rojavayê Helebê koçber bûne û piraniya van koçberan ji aliyê grûpên çekdar ve li herêma Efrînê tên bicîhkirin.
-
Grûpên çekdar bi alîkariya Tirkiyê li Serê Kaniyê û Girê Spî Ereban bicih dikin
Çile 22, 2020 13:10Grûpên çekdar û hêzên Tirkiyê rê nadin malbatên Kurd û nişteciyên resen, vegerin ser mal û milkên xwe. Ji bo erebkirina herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê li bakûra Sûriyê, artêşa Tirkiyê û çekdarên oposizyona Sûriyê, xelkê biyanî ji Erebên deverên din li wan deveran bicih dikin û ji aliyekî din ve, xelkê resen ên wan herêman bi zorê koçber dikin.
-
Bişar Ceiferî: Biryara dewleta Sûrîyê jibo azadkirina Idlibê teqil û bêveger e
Çile 22, 2020 05:04Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY pêgirî kir ku biryara dewleta wî welatî ya azadkirina parêzgeha Idlibê ji lepên têrorîstan, biryareke teqil û bêveger e.
-
Xwenîşandana gel li Kurdistana Sûrîyê bi boneya duyemîn salvegera êrişa Tirkîyê ser Efrînê
Çile 21, 2020 14:15Xelkê Kurdistana Sûrîyê li deverên curbicur ji wan herêmên Cizîre, Qamişloyê di duyemîn salvegera êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe nîşan da û ew ``dsagirkerîya şermezar kir.
-
MSD bi boneya duyemîn salvegera êrişên Artêşa Tirkîyê ser Efrînê daxûyanek da
Çile 21, 2020 13:26Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) di daxûyanîyekê de bi boneya duyemîn salvegera êrişên hêzên Artêşa Tirkîyê û çeteyên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê ragihand: ''Em dê têkoşîna di asta navnetewî jibo azadkirina Efrînê bidomînin.''
-
Meşqa hevpar a Rûsiyê û Sûriyê li Tertûsê
Çile 21, 2020 12:30Hêzên artêşa Rûsiyê û artêşa Sûriyê li bendera Tertûsa rojava vî welatî meşq û tedbîqatek li dar xistin.
-
Artêşa Tirkiyê li Girê Sipî hikûmeta Leşkerî ragihand
Çile 21, 2020 05:25Artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re li deverên dagîrkirî yên Sîlvek, Kondê Hemam Tirkmen û Girê Sipî û gundên derdorê hikûmeta Leşkerî û qedexetiya derketina derve ragihand.
-
Destpêbûna operasyona artêşa Sûriyê li bajarê Helebê
Çile 20, 2020 12:43Artêşa Sûriyê operasyona êrişa ser meqerên komên terorîstî li derdorên başûrî û rojavayî yên Helebê li bakurê Sûriyê destpê kir.
-
Hevserokê MSD: Kurdên Sûrîyê hez dikin muzakirên nû bi Şamê re destpê bikin
Çile 20, 2020 04:50Hevserokê Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) ragihand ku ew meclisa hez dike ku muzakireyên nû bi dewleta Şamê re destpê bike.
-
PYD: Efrîn xeleka yekemîn a dagirkirin û guhartina demografiya tevahîya bakurê Sûriyê bû
Çile 19, 2020 15:18PYD’ê destnîşan kir ku êriş û dagirkirina Efrînê xeleka yekemîn a dagirkirina tevahîya bakurê Sûriyê û guhartina demografiya herêmê bû û bal kişand ser vîya ku Efrîn di dilê hemû Kurdên Kurdistana Sûrîyê û mirovên birûmet de ye ku îxanet û êrişê qebûl nake.