MSD bi boneya duyemîn salvegera êrişên Artêşa Tirkîyê ser Efrînê daxûyanek da
Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) di daxûyanîyekê de bi boneya duyemîn salvegera êrişên hêzên Artêşa Tirkîyê û çeteyên nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê ragihand: ''Em dê têkoşîna di asta navnetewî jibo azadkirina Efrînê bidomînin.''
Di dewama daxûyanîya MSD da hatîye: ''Di 20`ê Çilleya sala 2018`an de Artêşa Tirkîyê bi çekên giran digel çeteyên Artêşa Azad a Sûrîyê êrişên berfire dijî Efrînê destpê kriin, Di encamê de bi sedan kes hatin kuştinê û bi dehan hezar kes jî aware bûn. Dewleta Tirkîyê bi destê komên çete dest bi guhertina dêmogirafîya herêmê kirîye. Mal û milkên xelkê talan dike, Gel neçar kirîye ku koçber bibe. Hikûmeta AKP ji destpêkê va jibo vejîyandina dewleta osmanî hewil daye, di vê çarçovê de eva 9 sal in ku vê sîyasetê li Sûrîyê dimeşîne.''
''Di dewama daxûyanîya MSD da hatîye: Efrîn yek ji deverên herîewleh ên Sûrîyê bû ku hejmareke zêde ya penaberên ji deverên curbicur ên Sûrîyê himbêz dikir. Lê piştî êrişên Tirkîyê veguherîye navenda guhertina dêmogirafîyê û cihê ku şîdet, şer û talana herîzêde têda qewimîye. Em felaketa ku anîne serê Efrînê şermezar dikin û ji civaka navnetewî, NY, sazîyên mafên mirovan, Civata Ewlehîyê ya NY, welatên Hevalbendîya Navnetewî û Ûrsêtê vedixwînin ku dagirkirina Efrînê bi destê Tirkîyê kuta bikin û şert û mercên vegera penaberên efrînî ser mal û milkê xwe dabîn bikin. Em ji gelê Sûrîyê jî dixwazin bi hev ra li deverên dagirbûyî nemaze li Efrînê şerê azadkirinê li dijî Tirkîyê ragihînin. Em dê berxwedan û têkoşîna di asta navnetewî de jibo azadkirina Efrînê bidomînin.''