Meşqa hevpar a Rûsiyê û Sûriyê li Tertûsê
Çile 21, 2020 12:30 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Rûsiyê û artêşa Sûriyê li bendera Tertûsa rojava vî welatî meşq û tedbîqatek li dar xistin.
Elêksander Yoldaşiyêf, fermandê tedbîqat û meşqa hevpar a Rûsiye û Sûriyê raghand:Hêzên çekdar ên Rûsiyê û Sûriyê li bendera Tertûsê, meşqên hevpar bona parastina xebatên aborî yên navdewletî li deryayan cih anîn.
Li gor gotina Yoldaşîf xêncî heft gemî û qayiqan ji zêde ji du hezar esker ji du welatan li van du meşqan ku ji 18 heta 20 Çillê hat lidarxistin, beşdarî kirin.
Hêza deryayî ya Rûsiyê û hêza deryayî ya Sûriyê meha buhurî jî meşqên hevpar li meqera deryayî ya Rûsiuyê yanê Tertûsê cih anîn.
Bajarê Tertûsê piştî Lazqiyê bendera dudyan a mezin li peravên Sûriyê ye.