Artêşa Tirkiyê li Girê Sipî hikûmeta Leşkerî ragihand
Artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re li deverên dagîrkirî yên Sîlvek, Kondê Hemam Tirkmen û Girê Sipî û gundên derdorê hikûmeta Leşkerî û qedexetiya derketina derve ragihand.
Li gor Kurdpressê, artêşa Tirkiyê û çekdarên pêra yên ji komên terorîst ku di nav koma bi navê Artêşa Sûriya Azad de bi rêxistin kiriye li deverên dagîrkirî yên
Sîlvek, Kondê Hemam Tirkmen û Girê Sipî û gundên derdorê hikûmeta Leşkerî û qedexetiya derketina derve ragihand.
Li gor zanyariyên ku çavkaniyên herêmî dane, hikûmeta leşkerî û qedexetiya derketinê li Girê Sipî û deverên hanê bûne sedema çêbûna pirsgirêkên zav ji şêniyên navçê û xelkê van deveran nikarin hewcetiyên xwe yên rojê bi taybetî nan û avê dabîn bikin.
Her diçe zilm û zora artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re ser xelkê deverên dagîrkirî li bakura Sûriyê zêde dibe û li vî halî de civaka cîhanî li ber vê yekê xwe bê deng kiriye.