Xwenîşandana gel li Kurdistana Sûrîyê bi boneya duyemîn salvegera êrişa Tirkîyê ser Efrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312446-xwenîşandana_gel_li_kurdistana_sûrîyê_bi_boneya_duyemîn_salvegera_êrişa_tirkîyê_ser_efrînê
Xelkê Kurdistana Sûrîyê li deverên curbicur ji wan herêmên Cizîre, Qamişloyê di duyemîn salvegera êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe nîşan da û ew ``dsagirkerîya şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 21, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gel li Kurdistana Sûrîyê bi boneya duyemîn salvegera êrişa Tirkîyê ser Efrînê

Xelkê Kurdistana Sûrîyê li deverên curbicur ji wan herêmên Cizîre, Qamişloyê di duyemîn salvegera êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe nîşan da û ew ``dsagirkerîya şermezar kir.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, xelkê Kurdistana Sûrîyê li deverên curbicur ji wan herêmên Cizîre, Qamişlo, Meibede, Malikîye, Cilaga û hwd di duyemîn salvegera êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên bi navê Artêşa Azad a Sûrîyê ser Efrînê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe nîşan da û ew kara şermezar kir.

Xelkê Qamişloyê bi kombûna li meydana Osman Sebrî, bi durişman nerazîbûna xwe himberî Tirkîyê nîşan da û pêgirî ser domandina têkoşînên jibo azadkirina Efrîn, Serêkanî û Girêspîyê kir.

Şemsexan Gelo Endama Kongira Star`ê di axavtinekê de got: Têkoşîna gelê bakur û rojhilata Sûrîyê dijî dagirkerîyê berfire bûye. Jibo ku dewleta Tirkîyê bi hegera sûcên cengê were muhakimekirinê, em ji sazî û dezgehên navnetewî dixwazin ku vê yekê bişopîne.