-
Idlib - Pevçûn navbera hêzên Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê
Tîrmeh 07, 2020 05:30Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê de şer dijwar dibe. Şerekî dijwar di navbera wan de li bejahiya Idlibê derket.
-
Xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê: Tirkiyê bi girtina ava Firatê xelk perîşan kiriye
Tîrmeh 06, 2020 17:24Xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê, Tirkiyê bi girtina ava çemê Firat tawanbar dikin, bi gotina xelkê navçê ev meh û nîvek e ku ava çemê Firat zêde daketiye, xelk dibêjin wan ji ber daketina avê zirar dîtine, çi ji aliyê ava vexwarinê be yan ji aliyê çandiniyê be.
-
HSDê li Dêrazorê operasyonên xwe berdewam dike
Tîrmeh 06, 2020 05:12Li Dêrazorê HSD 4 kes bi tawana û sûca ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, desteser kirin.
-
Tirkiye careke din ava vexwarinê li ser xelkê Hesekê qut kir
Tîrmeh 06, 2020 04:10Artêşa Tirkiyê carek din ava vexwarinê li ser xelkê bajarê Hesekê û gundên derdorê qut kir.
-
Li Efrîna dagîrbûyî teqînekê rû da; Kesek hat kuştin
Tîrmeh 05, 2020 20:50Li bajarê Efrînê mayinek bi erebeyekê ve teqiya û di encama wê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
-
Artêşa Tirkiyê hêzeke din a mezin şand Idlibê
Tîrmeh 05, 2020 20:44Artêşa Tirkiyê şandina hêzên xwe yên leşkerî û lojîstik ber bi herêma Idlibê ve dewam dike. Îro 20 erebeyên leşkerî derbasî herêmê bûn.
-
Li Sûriyê 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tîrmeh 05, 2020 20:39Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin, her wiha 3 kes jî mirin.
-
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin
Tîrmeh 05, 2020 20:31Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewba vîrûsa Koronayê (Covid-19), rêzetedbîr girtin û destnîşan kir ku ji ber ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîran pandemî zêde bû, ew pêngav pêk hatin. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek bi hejmara 70’yan da ku li gorî wê tevahiya dergehên sînor têne girtin.
-
Tirkiyê Çemê Firatê kiriye rûbareke biçûk
Tîrmeh 05, 2020 15:47Medyayekî ereb-ziman aşkira kir ku Tirkiyê vê dawiyê çemê mezin ê Firatê ku derbasî nav axa Sûriyê dibe, veguherandiye rûbareke biçûk a avê ku zarokên sûrî têda avjeniyê dikin, bêyî ku bejna wan tam li nav avê be.
-
Artêşa Amerîkayê li rojhilata Firatê pêşda diçe
Tîrmeh 05, 2020 06:19Hêzên artêşa Amerîklayê di dewama çalakiyên xwe li Hesekeyê da paevaniyek li nêzikî Til Koçerê ava kirine.