Li Sûriyê 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tîrmeh 05, 2020 20:39 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 20 kesên din bi Koronavîrusê ketin, her wiha 3 kes jî mirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Ajansa SANA Newsê ji Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li welat 20 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine û bi vê yekê hejmara kesên bi vîrusê ketine, gihaşt 358 kesan.
Wezaretê diyar kir ku 3 kesên din ku bi vîrusê ketibûn, mirin û bi vê yekê hejmara kesên ji ber vîrusa Koronayê mirine, gihaşt 13`an.