Idlib - Pevçûn navbera hêzên Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317500-idlib_pevçûn_navbera_hêzên_sûriyê_û_çekdarên_ser_bi_tirkiyê
Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê de şer dijwar dibe. Şerekî dijwar di navbera wan de li bejahiya Idlibê derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2020 10:00 Asia/Tehran
  • Idlib - Pevçûn navbera hêzên Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê

Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê de şer dijwar dibe. Şerekî dijwar di navbera wan de li bejahiya Idlibê derket.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şevê din, şerekî dijwar bi çekên giran û navîn di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û ekdarên ser bi Tirkiyê de li eniyên şer ên Filêfil û Riwêha yên başûrê bejahiya Idlibê derket. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn.

SOHR’ê destnîşan kir ku duh hêzên hikumeta Sûriyê bi obusan bajarokên Kensefra, Bara û gundê El-Mûzera yên Cebel El-Zawiya ya bejahiya başurê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha hêzên Sûriyê herêmên El-Fitêra, Sifohên û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin. Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê gundewarên rojavayê Helebê û başûrê Idlibê geriyan.