Tirkiye careke din ava vexwarinê li ser xelkê Hesekê qut kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317454-tirkiye_careke_din_ava_vexwarinê_li_ser_xelkê_hesekê_qut_kir
Artêşa Tirkiyê carek din ava vexwarinê li ser xelkê bajarê Hesekê û gundên derdorê  qut kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2020 04:10 Asia/Tehran
  • Tirkiye careke din ava vexwarinê li ser xelkê Hesekê qut kir

Artêşa Tirkiyê carek din ava vexwarinê li ser xelkê bajarê Hesekê û gundên derdorê  qut kir.

Ajansa SANA ya fermî ya hikumeta Sûriyê  ji zimanê Rêveberê Dezgeha avê ya Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê ragihand:  Artêşa Tirkiyê karên Bendava Elok ji şeva borî ve rawestandiye û rê jî, li ber karmendên dezgeha avê girtiye û rê nade derbasî  Bendavê bibin.

Ji dema dagîrkirina Serêkaniyê ji alî Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve, eva çendîn car in ku  Tirkiyê karên Bendava Elok radiwestîne û dide zanîn, li beramberî vekirina avê HSDê  rê bide  kehreb  ji bendava Tişrîn, bigihe navçeyên di destê Artêşa Tirkiyê de.