-
Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 119 nexweşan
Tebax 10, 2020 05:36Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 119’an. Desteyê diyar kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşiya tagirtina çêlekan derket
Tebax 10, 2020 09:48Piştî 4 salan dîsa nexweşiya tagirtina çêlekan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket. Her wiha gelek xwediyên çêl û golikan zirar ji vê nexweşiyê dîtin.
-
Jinên DAIŞê yên dixwastin ji kampa Holê birevin, hatin girtin
Tebax 09, 2020 09:145 jinên DAIŞê ku dixwastin ji kampa Holê ya bin destê kurdên Sûriyê birevin, ji aliyê hêzên parastina kampê ve hatin girtin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 09, 2020 08:49Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Her wiha kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
-
Rûsyayê rêkeftina kurdên Sûriyê û Amerîkayê red kir
Tebax 09, 2020 07:48Wezareta Derve ya Rûsyayê rêkeftina kurdên Sûriyê û kompanyaya Amerîkî wek “binpêkirineke sîstematîk a yasayên navdewletî” binav dike û dibêje, “Amerîka siyaseta bihêzkirina Kurdan li ser hesaba grûpên etnîk û ayînî yên din girtiye ber xwe.”
-
Kampa El-Holê; Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 DAIŞ`iyên ku hewl didan ji Kampa Holê birevin girtin
Tebax 08, 2020 14:22Êvara înê 5 jinên DAIŞ`î yên rûsî hewl dan ji kampa Holê birevin. Navên wan ev in (Victora Nicola û sê zarokên wê, Aisha Ahmed Khan xwedî zarokek ê, Marit Murad tevî du zarokên xwe, Aisha Mawlid ku berî niha di nava DAIŞ`ê de bû û lingekî wê hatiye qutkirin û Hawa Muslim dêya zarokekî ).
-
Artêşa Tirkiyê li şûna 'Mala Êzidiyan' a li Efrînê dibistaneke olî vekir
Tebax 07, 2020 22:05Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku Artêşa Tirkiyê bi hevkariya komeleyeke Kiwêtê ku bi navê Komeleya "Şêx Abdullah Nûrî" tê naskirin û bi hevkariya ‘Destên Spî’ li Mala Êzidiyan a berê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî dibistaneke olî vedikin.
-
Li Sûriyê 61 kesên din bi Koronavîrusê ketin
Tebax 07, 2020 21:48Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 61 kesên din li welêt bi Koronavîrusê(COVID-19) ketine.
-
Daxuyaniya "Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn" derbarê êrîşa Tirkiyê ser Qamişloyê
Tebax 06, 2020 21:18Îro dewleta Tirkiyê bi firokeyeke bêpîlot bajarê Qamişloyê kir armanc û şêniyek birîndar bû. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe yên rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê, rabin.
-
Qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê ya Kurdistana Sûriyê
Tebax 06, 2020 07:13Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke nû jibo têkoşîna dijî Pandemiya Koronayê li Kurdistana Sûriyê, qerentîneya 14 rojî li Herêma Cizîrê sepand.