Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318480-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_15_kesên_din_bi_koronavîrusê_ketin
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Her wiha kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2020 08:49 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 15 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Her wiha kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din li herêmê bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Li gorî gotina hevserokê desteyê Ciwan Mistefa, hejmara nexweşan û deverên lê ne,wiha ne:

6 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişloyê û 4 jî kes li Şehbayê

Ciwan Mistefa diyar kir ku li bajarê Hesekê 5 kes baş bûne û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Tê zanîn ku desteya tenduristiyê beriya niha 86 nexweş ragihandibûn, bi zêdebûna hejmara nexweşan re bû 101 nexweş û 5 mirî.