Jinên DAIŞê yên dixwastin ji kampa Holê birevin, hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318481-jinên_daiŞê_yên_dixwastin_ji_kampa_holê_birevin_hatin_girtin
5 jinên DAIŞê ku dixwastin ji kampa Holê ya bin destê kurdên Sûriyê birevin, ji aliyê hêzên parastina kampê ve hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2020 09:14 Asia/Tehran
  •  Jinên DAIŞê yên dixwastin ji kampa Holê birevin, hatin girtin

5 jinên DAIŞê ku dixwastin ji kampa Holê ya bin destê kurdên Sûriyê birevin, ji aliyê hêzên parastina kampê ve hatin girtin.

Medyaya nêzîkî PYD û HSDê ragihandiye, 5 jinên Rûsî yên DAIŞê, ku dixwastin ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya bin destê kurdên Sûriyê birevin Tirkiyê, hatin girtin.

Li gorî agahiyên wan çavkaniyan, wan jinên DAIŞê dixwastin bi zarokên xwe û bi alîkariya qaçaxçîyan ji kampê birevin Tirkiyê.

Tirkiye ji terorîstên komên tundrew bi taybet ji koma DAIŞê re bûye sitargeh.