Pizişkiyan: Ewlehiya mayînde ya Kendava Farsê bi hevkarîya welatên navçeyê va girêdayî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360598-pizişkiyan_ewlehiya_mayînde_ya_kendava_farsê_bi_hevkarîya_welatên_navçeyê_va_girêdayî_ye
Serokkomarê Îranê bi boneya Roja Cîhanî ya Deryagerrîyê, Tengava Hormizê yek ji girîngtirîn derbasgehên deryayî û xwedî cîgeheke taybet di ewlehî û abora navçe û cîhanê da zanî.
(last modified 2026-09-30T19:30:06+00:00 )
Îlon 30, 2026 22:58 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Ewlehiya mayînde ya Kendava Farsê bi hevkarîya welatên navçeyê va girêdayî ye

Serokkomarê Îranê bi boneya Roja Cîhanî ya Deryagerrîyê, Tengava Hormizê yek ji girîngtirîn derbasgehên deryayî û xwedî cîgeheke taybet di ewlehî û abora navçe û cîhanê da zanî.

Mesûd Pizişkiyan got: Ewlehiya mayînde ya Kendava Farsê û avrêyên wê, zêdeyî her tiştî bi hevkarî, wergirtina berpirsiyarîyê û rolwergirtina welatên navçeyê va girêdayî ye. Pizişkiyan got ewlehî û pêşxistina deryayî ji hev cuda nînin û Komara Îslamî ya Îranê bi palpiştiya şiyana hêzên deryayî û çalakên vî warî, berpirsiyarîya xwe di parastina ewlehî û aramiya avrêyên navçeyê û dabînkirina ewlehiya keştîgerîyê da dişopîne.

Serokkomarê Îranê tevî amajeya bi peravên berfireh ên Îranê li bakûr û başûr, derya û pîşesazîya deryagerrîyê wek şiyanên girîng ji bo mezinbûna aborî, pêşxistina navçeyî, karkirin û têkilîya bi cîhanê ra bi nav kir.