Daxuyaniya "Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn" derbarê êrîşa Tirkiyê ser Qamişloyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318401-daxuyaniya_fermandariya_giştî_ya_hêzên_ewlekariya_hundirîn_derbarê_êrîşa_tirkiyê_ser_qamişloyê
Îro dewleta Tirkiyê bi firokeyeke bêpîlot bajarê Qamişloyê kir armanc û şêniyek birîndar bû. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe yên rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê, rabin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tebax 06, 2020 21:18 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya

Îro dewleta Tirkiyê bi firokeyeke bêpîlot bajarê Qamişloyê kir armanc û şêniyek birîndar bû. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe yên rawestandina sûcên dewleta Tirkiyê, rabin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşev li ser bombebarankirina bajarê Qamişloyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirkiyê îşev 06.08.2020’an şîrketa Sadkob a sotemeniyê ya li taxa Elaya ya bajarê Qamişloyê bambebaran kir. Di encamê de şêniyeke di nêzî cihê hedefgirtî re derbas dibû birîndar bû. Bi wê re jî rakirin nexweşxaneyê. Li gel wê jî zirarên madî gihiştin mal û milkên şêniyên sivîl ên derdorê û şîrketê.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê dûbare dikin, ji ber garantorên agirbestê ne, ku erkên xwe li hember van sûcên bênavber û bi hedefa belavbûna alozî û tirsê di nava şêniyan de rabin."