-
Ji ber teqîna erebeyê li Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin
Îlon 05, 2020 15:20Ji ber teqîna erebeya bombekirî li parêzgeha Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.
-
Jinên Reqayê sûcên Dewleta Tirkiyê li dijî gelên Bakurê Sûriyê şeremezar kirin
Îlon 05, 2020 16:07Jinên bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê lêdan û heqaretkirina jinan li herêmên dagirkirî yên Bakur Sûriyê ji hêla Dewleta Tirkiyê ve şermezar kirin.
-
Jinên Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî zarok û jinan şermezar kirin
Îlon 05, 2020 12:32Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên derexlaqî yên li dijî jin û zarokên li herêmên dagirkirî şermzar kirin.
-
ꞌBêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê, tê wateya ku ew şirîkê êrişan e'
Îlon 05, 2020 12:13Berpirsê Nivîsgeha naveçaya Dirbêsiyê ya rêxistina bi navê "Partiya Kesk a Kurdistanê" ya Kurdên Sûriyê bang li hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku rûyên xwe yên rastîn derxin û piştrast kir ku bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê isbata şirîkatiya wê di êrişan de ye.
-
Dirûtina 'Tora masiyan' kevneşopeke şêniyên Reqayê ye
Îlon 05, 2020 09:33Pîşeya dirûtina tora girtina masiyan gelekî zehmet e lê şêniyên Reqayê vê pîşeyê diparêzin, ji ber ku pîşeyeke kevn e û tevî ku gelek amûrên pêşketî derketine lê dîsa jî tê bikaranîn.
-
Ebdî: "Em înkar nakin ku şaştiyên îdarî hene"
Îlon 05, 2020 09:18Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku divê tevahî amadekariyên leşkerî, siyasî û zanîna civakî bên kirin, da ku bigihînin rê û rêbazekê ku karibin li hember fikr û planên dijmin pêk tîne bisekinin û wiha got: "Divê civak jî beşdarî rê û rêbazên li hemberî dijmin be."
-
Tirkiya dixwaze navçeyeke din li parêzgeha Hesekeya Sûriyê dagîr bike
Îlon 05, 2020 05:34Li gorî hin nûçeyan, Hêzên Tirkiyê bi veguhestina karwanekî erebeyên leşkerî û kamiyonên tijî çek bo Serîkaniyê, jibo êrîşa li ser bajarê Derbasiyê û bajaroka Ebûrasînê li derdora Hesekeyê amade dibe.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
Îlon 04, 2020 16:55Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 15 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî baş bûne.
-
Rûsya hewl dide MSD derbasî proseya siyasî bibe
Îlon 04, 2020 15:34Encamên gotûbêjên li gel şanda Tirkiyê ku du rojan li Moskowê bi beşdariya dîplomat û leşkeriyan dom kir, wiha hat ragihandin; Divê Moskow û Enqere ji bo domkirina diyaloga siyasî ya hem li Lîbya, hem jî li Sûriyê, bi hevahengî tev bigerin.
-
Lavrov: Divê karê Komîteya Destûrê were pêşxistin
Îlon 04, 2020 04:37Li Moskowê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel Geir Pedersen Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê civiya, herdû berpirsan tekezî li ser çareserkirin krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî ya 2254ê kirin, herwiha Lavrov tekezî li ser daxwaza Antonio Guteres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, ku divê welatên rojava cezayan li ser Sûriyê rakin.