Tirkiya dixwaze navçeyeke din li parêzgeha Hesekeya Sûriyê dagîr bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319272-tirkiya_dixwaze_navçeyeke_din_li_parêzgeha_hesekeya_sûriyê_dagîr_bike
Li gorî hin nûçeyan, Hêzên Tirkiyê bi veguhestina karwanekî erebeyên leşkerî û kamiyonên tijî çek bo Serîkaniyê, jibo êrîşa li ser bajarê Derbasiyê û bajaroka Ebûrasînê li derdora Hesekeyê amade dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2020 05:34 Asia/Tehran
  • Tirkiya dixwaze navçeyeke din li parêzgeha Hesekeya Sûriyê dagîr bike

Li gorî hin nûçeyan, Hêzên Tirkiyê bi veguhestina karwanekî erebeyên leşkerî û kamiyonên tijî çek bo Serîkaniyê, jibo êrîşa li ser bajarê Derbasiyê û bajaroka Ebûrasînê li derdora Hesekeyê amade dibe.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê ajansa Ewqat El-Şamê, Hêzên Tirkiyê roja Îniyê piştî derbasbûna bo deriyên bajarê Kobaniyê, berê xwe dan gundên Bab El-Xeyr û Dawûdiyê.

Artêşa Tirkiyê cotmeha 2019an navçeyeke berfireh bi kûrahiya 30 kîlomitran bakurê rojhilatê Sûriyê dagîr kir.

Tirkiyê sala 2016 û 2018an jî bajarê Bab, Ezaz, Cerablus û Efrînê dagîr kirine.