-
Lavrov: Divê karê Komîteya Destûrê were pêşxistin
Îlon 04, 2020 00:07Li Moskowê Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel Geir Pedersen Şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê civiya, herdû berpirsan tekezî li ser çareserkirin krîza Sûriyê li gor biryara navdewletî ya 2254ê kirin, herwiha Lavrov tekezî li ser daxwaza Antonio Guteres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, ku divê welatên rojava cezayan li ser Sûriyê rakin.
-
Şênî dikarin di rêya deriyên Tebqa û Minbicê re derbasî herêmê bibin
Îlon 04, 2020 04:14Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara hejmara /106/ da, ragihand ku welatiyên herêmên rêveberiyê dikarin di deriyê Tebaqa û Minbicê re derbasî herêmê .
-
Du kes li navçeyên dagîrbûyî yên Efrîn û Girê Sipî hatin revandin
Îlon 03, 2020 17:13Çavkaniyên herêmî yên li hundirê herêmên dagirkirî diyar kir ku rûspiyekî eşîra El-Bû Esaf ê ji gundê El-Menkelî yê girêdayî Herêma Girê Spî ya dagirkirî hate revandin. Di nava 5 rojan de ev du kes in ji gundê El-Menkelî têne revandin.
-
Kampa awareyên Efrînê li Şehbayê; Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn berdewam in
Îlon 03, 2020 08:54Komîna Sînemayê ya Avrîn, li kampa koçberan a li Herêma Şehbayê xebatên xwe yên ji bo temamkirina amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê didomîne.
-
Bergiriya asimanî ya Artêşa Sûriyê li dijî êrîşa mûşekî ya Rêjîma Siyonîst çalak bû
Îlon 03, 2020 05:23Bergiriya asimanî ya Artêşa Sûriyê Çarşemiyê bi şev li dijî êrîşa mûşekî ya Rêjîma Siyonîst li ser balefirgeha T4ê li parêzgeha Humsê çalak bû.
-
57 cenazeyê endamên tugeya 93 ya ya Artêşa Sûriyê ji du gorên komî hatin
Îlon 02, 2020 15:55Bi çavdêriya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk îro bi dehan cenazeyên endamên tugeya 93 ya ya Artêşa Sûriyê yên ku di havîna 2014`an de ji hêla DAIŞ`ê ve hatibûn qetilkirin, ji gora komî ya duyemîn a li gundewarê Eyn Îsayê hatin derxistin.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa korona ketine
Îlon 02, 2020 14:26Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 kesên din bi vîrusa korona ketine û 2 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de 17 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.
-
Karwanekî leşkerî ya Amerîkayê derbasî nav axa Sûriyê bû
Îlon 02, 2020 06:46Karwanekî nû ji kamiyon û erebeyên zirêhî yên Amerîkayê bi riya derbasgeha neqanûnî ya El-Welîd li rojhilata parêzgeha Hesekeyê, derbasî nav axa Sûriyê bû.
-
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: Hejmara pêketiyên Vîrûsa Koronayê bû 2830
Îlon 02, 2020 04:54Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, di 24 saetên dawî de 65 kes bi Vîrûsa Koronayê ketin û 4 jî mirine.
-
Riyad Derar: Lihevkirina bi Partiya Vîna Gel re destkeftiyeke rasteqîn e
Îlon 02, 2020 04:47Riyad Derar destnîşan kir ku muzakereya lihevkirinê ya bi Partiya Vîna Gel re yek ji hewldanên MSD`ê ye ku xwe bighîne hemû hêzên Sûriyê ye.