-
Medyayên erebî: Radestkirina projeyên kilîdî bo şirketên biyanî, aboriya Sûrîyê lawaz dike
Çirî 11, 2026 13:53Medyayên erebî tevî rexnegirtina li sîyasetên aborî yên hikûmeta demkî ya Sûrîyê, derbarê radestkirina projeyên stratejîk di beşên enerjî, neft, tranzît, cotkarî û pîşesazîyê da bo şirketên erebî û biyanî û dûhatên wê bo aboriya navxweyî û xetera berfirehbûna şîdetên tayfetî û îhtimala qewimîna pevçûna navxweyî hişyarî dan.
-
Çend partîyên kurd: Hikûmeta demkî ya Sûrîyê berpirsyara parastina ewlehî û aramîya Hesekeyê ye
Çirî 10, 2026 17:57Çend partîyên kurd li Sûrîyê derbarê kombûna vê dawiyê li Hesekeyê ragihandin ku hikûmeta demkî ya Sûrîyê berpirsyara parastina ewlehî û aramîya navçeyê ye û divê rê li ber kiryarên ku dikarin bibin sedema peydabûna şidet û pevçûnê di navbera civakan da, bigire.
-
Xwenîşandana berfire ya gelê Sûrîyê; hêzên Colanî welatî dan ber gaza rondikîner
Çirî 10, 2026 14:34Ji bo Înîya duyem a bi dû hev xwenîşandaneke berfire li navçeyên curbicur ên parêzgeha heskê hat lidarxistin. Bi hezaran kes ji welatîyên sûrî ji navçeyên curbicur ên parêzgeha hesekê bi nîşana nerazîbûna himber bêewlehîtî u pevçûnên himber hêzên Colanî xwenîşandanek li dar xistin.
-
Komîteya Awareyên Serêkaniyê rexne li derengxistina Şamê ya vegera awareyên Serêkaniyê kir
Çirî 07, 2026 19:07Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û daxwaza dabînkirina ewlehîyê, vekirina rêgehan û radestkirina mal û milkan bo niştecîyên sereke berîya destnîşankirina pêkhateya rêvebiriyê ya bajêr kir.
-
Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê bi 511 malbatan vegeriya navçeyên xwe
Çirî 06, 2026 18:29Sêyemîn karwanê awareyên Serêkaniyê ya ji 511 malbatan pêk dihat, piştî bi salan awaretiyê ji kampa Waşokaniyê û dibistanên Hesekeyê, ber bi gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê va bi rê ket.
-
Zêdeyî 185 hezar xwendekar ji bo hînkirina zimanê kurdî li Sûriyê hatin tomarkirin
Çirî 04, 2026 18:39Zêdeyî 185 hezar xwendekar li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê ji bo xwendina bi zimanê kurdî hatin tomarkirin.
-
Destdirêjiya Rejîma Siyonîst li ser başûrê Sûriyê didome
Çirî 03, 2026 18:18Gerreke leşkerî ya Rejîma Siyonîst destdirêjîya ser derdora Quneytereyê li başûrê Sûriyê kir.
-
Bihaya ardûyê û kelû pelên bingehîn li navçeyên Kurdtêde yên Sûriyê
Çirî 03, 2026 14:15Xelkê bajarê Girikê Legê li Cizîrê ji ber jordaçûna bihaya ardû, xwerin û kelûpelên din ên bingehîn gazinde dikin û pêhişyarî didin ku bi nêzîkbûna demsala Zivistanê, dabînkirina hewcetiyên rojane û ardûyê wê dijwartie bibe. Xelkê bajarê Girikê Legê li Cizîrê dibêjin jordaçûna xercê tiranzît û berhemanînê, bûye sedem bihaya xwerin û kelû pelên din ên bingehîn jî jorda here û malbat nekaribin tiştên hewce bikirin.
-
Pêşdaçûna leşkerên sîyonîst li başûra Sûrîyê
Îlon 26, 2026 14:12Leşkerên Rejîma Sîyonîst di bin sîya bêdengîya hikûmeta demkî ya Colanî da, careka din êrişî başûra Sûrîyê kirin û bi awayekî perrate gulle avêtin.
-
Nerazîbûna xelkê Hesekê himberî jordaçûna bihaya ardûyê
Îlon 20, 2026 18:07Pêla nerazîbûna niştecîyên Hesekeya Sûrîyê himberî jordaçûna bihaya ardûyê u kêmbûna wê, berfire dibe u welatîyan bi şewitandina lastîkan hin rêyên sereke yên bajêr daxistin.