Komîteya Awareyên Serêkaniyê rexne li derengxistina Şamê ya vegera awareyên Serêkaniyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360730-komîteya_awareyên_serêkaniyê_rexne_li_derengxistina_Şamê_ya_vegera_awareyên_serêkaniyê_kir
Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û daxwaza dabînkirina ewlehîyê, vekirina rêgehan û radestkirina mal û milkan bo niştecîyên sereke berîya destnîşankirina pêkhateya  rêvebiriyê ya bajêr kir.
(last modified 2026-10-07T15:38:08+00:00 )
Çirî 07, 2026 19:07 Asia/Tehran
  • Komîteya Awareyên Serêkaniyê rexne li derengxistina Şamê ya vegera awareyên Serêkaniyê kir

Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û daxwaza dabînkirina ewlehîyê, vekirina rêgehan û radestkirina mal û milkan bo niştecîyên sereke berîya destnîşankirina pêkhateya  rêvebiriyê ya bajêr kir.


Komîteya Awareyên Serêkaniyê, hikûmeta Şamê û rêvebirîya niha ya vî bajarî bi derengxistina di amadekirina şert û mercên vegera awareyan da tawanbar kir û ragihand, di halekî da ku beşeke mezin a niştecîyên sereke hîn jî venegeriyane malên xwe, hewildan ji bo destnîşankirina konseyên rêveberiyê yên Serêkaniyê û navçeyên girêdayî wê pêk tên.

 

Ji hêla din va, vê komîteyê nebûna garantîyên ewlehîyê, paqijkirina mayînan û hebûna komên çekdar wek astengên sereke yên berdewamîya vegera awareyan ragihand û got: Bandora hikûmeta Şamê li vê navçeyê sînordar e û pêkhateya rêvebirîyê ya bajêr jî wekî navçeyên di bin kontrola rasterast a hikûmetê da naxebite. Hîn jî 5500 xanîyên niştecîbûnê yên welatîyên kurd di destê komên çekdar da ne.