Zêdeyî 185 hezar xwendekar ji bo hînkirina zimanê kurdî li Sûriyê hatin tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360666-zêdeyî_185_hezar_xwendekar_ji_bo_hînkirina_zimanê_kurdî_li_sûriyê_hatin_tomarkirin
Zêdeyî 185 hezar xwendekar li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê ji bo xwendina bi zimanê kurdî hatin tomarkirin.
(last modified 2026-10-04T15:10:15+00:00 )
Çirî 04, 2026 18:39 Asia/Tehran
  • Zêdeyî 185 hezar xwendekar ji bo hînkirina zimanê kurdî li Sûriyê hatin tomarkirin

Zêdeyî 185 hezar xwendekar li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê ji bo xwendina bi zimanê kurdî hatin tomarkirin.


Li gorî amara ragihandî ji aliyê çavkaniyekê ji Nivîsgeha Ragihandinê ya parêzgeha Hesekeyê, li parêzgeha Hesekeyê 81 hezar, li Kobanê 53 hezar û 108 xwendekar û li Efrînê 47 hezar û 44 xwendekar ji bo hînkirina bi zimanê kurdî tomarkirine. Hejmara xwendekarên tomarkirî li Şam û Hemayê jî 3 hezar û 728 kes hatiye ragihandin.

Vê çavkaniyê tekez kir ku pêvajoya tomarkirinê li hejmarek dibistanan hîn jî berdewam e. Hevdem piştî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê ya derbarê sînordarkirina hînkirina zimanê kurdî li dibistanên hikûmî bo tenê sê dersan di hefteyê da li navçeyên kurdî, nerazîbûn li dijî vê biryarê hîn jî berdewam in.

Hêjayî gotinê ye ku “Mezlûm Ebdî” şêwirmendê serokkomarîya Sûriyê jî di peyamekê da ji xwendekarên kurd û malbatên wan xwest ku sala xwendinê ya nû bi dawî bînin û soz da ku hewldanên zêdetir ji bo bidestxistina fermîbûna zimanê kurdî dê pêk werin.