Destdirêjiya Rejîma Siyonîst li ser başûrê Sûriyê didome
Çirî 03, 2026 18:18 Asia/Tehran
Gerreke leşkerî ya Rejîma Siyonîst destdirêjîya ser derdora Quneytereyê li başûrê Sûriyê kir.
Çavkaniyên xwecihî yên sûrî ragihandin ku ev gerr pêkhatî ji sê wesayîtên leşkerî bû ku ketine gundê Seyda Hanûtê li derdora Quneytereyê. Parêzgehên Quneytere û Derayê li başûrê Sûriyê rojane şahidê liv û tevgerên leşkerên Rejîma Siyonîst in, di nav da ketina nav navçeyên cûrbicûr, êrişa ser malan, lêgerîna li malan, desteserkirina welatîyan û danîna xalên lêgerîna leşkerî.