Pevçûna giran li başûrê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360384-pevçûna_giran_li_başûrê_sûriyê
Pevçûneke giran li bakûrê parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê qewimî.
(last modified 2026-09-17T15:23:32+00:00 )
Îlon 17, 2026 17:52 Asia/Tehran
  • Pevçûna giran li başûrê Sûriyê

Pevçûneke giran li bakûrê parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê qewimî.

Sibeha îro hin pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û komeke çekdar li bajarê Senemêynê li dorhêla bakûr a parêzgeha Derayê de derketin ku di encamê de sê kes ji hêzên ewlehiya navxwe ya Sûriyê hatine kuştin. Li dû van bûreyan Rêxistina Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê ragihand ku ji bo misogerkirina rewşa ewlehiyê, qedexeya hatûçûnê ya demkî li Senemêynê hatiye danîn.