Dewama lêgerîna leşkerên Rejîma Siyonîst li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360360-dewama_lêgerîna_leşkerên_rejîma_siyonîst_li_sûriyê
Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê îro ragihandin ku komek leşkerên siyonîst li deverên parêzgeha Derayê ya Sûriyê lêgerîn dikin.
(last modified 2026-09-16T15:35:49+00:00 )
Îlon 16, 2026 19:05 Asia/Tehran
  • Dewama lêgerîna leşkerên Rejîma Siyonîst li Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê îro ragihandin ku komek leşkerên siyonîst li deverên parêzgeha Derayê ya Sûriyê lêgerîn dikin.

Medyaya Sûriyê ragihand ku ev leşker, bi bikaranîna du tank û wesayîtekê, ji deriyê sînor ê Girê Ebû Gîtar ve ber bi herêma xurfe Mucehem li derdora Deraayê dewriye digerin. Ev dagirkirina siyonîstan berdewam dike di demekê de ku hikûmeta demkî ya Colanî ti bertek nîşanî vê yekê nedaye, ku ev yek di nav gelê Sûriyê de bûye sedema fikaran. Ji dema hilweşîna hikûmeta Beşar Esed li Sûriyeyê ve, rejîma Siyonîst ji valahiya ewlehiyê ya li Sûriyê sûd wergirtiye, di heman demê de binesaziyên parastinê yên giran û balafirên şer ên li welêt bombebaran kiriye, û li herêma Quneytereyê ya li başûrê wê pêş ketiye. Rejîma Siyonîst her wiha hin deverên başûrê Sûriyeyê, di nav de bilindahiyên stratejîk ên Cebel Şêx jî dagir kiriye.