Li Kobanîya Sûrîyê alozî derket; çend welatî hatin kuştin u birîndarkirin
Şeva buhurî rewş li şarê Kobanîyê aloz bû u di navbera hejmareke welatîyan u hêzên Asayişê da, gêre u pevçûn derket. Mezlûm Ebdê Rawêjkarê Serokomartîya Sûrîyê xwe çû şarê Kobanîyê.
Bi dû kuştina Sîpan Huznî yek ji hêzên Lîwaya Hesekê welatîyan li Kobanîyê dest bi xwenîşandanê kirin u paşê di navbera hejmareke welatîyan û hêzên Asayişê yên Sûrîyê da pevçûn derket, bi vî awayî rewşa bajêr aloz u gurr bû.
Di encama vê rewşê da agir brbû girtîgeha şarê Kobanîyê u tê gotin çend girtî şewitîn, çend girtî birîndar bûn u çendek jî revîn.
Çavkanîyên xwecî ragihandin ku herîkêm 9 kesî can daye û 17 kes jî hatine birîndarkirin ku rewşa hinek ji wan xeddar e.
Mezlûm Ebdê Rawêjkarê Serokomartîya Sûrîyê ji bo şopandina bûyerê u rewşê xwe çû şarê Kobanîyê.