Xwenîşandana Taylendîyan dijî geştyarên Sîyonîst
Xelkê Taylendê bi nîşana nerazîbûna himberî serederîya geştyar u niştecîyên Sîyonîst, li navçeyên curbicur ên wî welatî dest bi xwenîşandanê kirin.
Nerazîbûnek jî li ber Balyozxana Rejîma Sîyonîst a li Bankokê dijî seredan u serederîyên geştyarên Sîyonîst hat lidarxistin u beşdaran herwiha bi durişman piştgirî dan Filistînê.
Bi dû zêdebûna nerazîbûnan, dewleta Taylendê jî ragihand ku vîze ji bo Sîyonîstan sekinand u kesên binpêker jî derxistin u qirarên nû ji bo çavdêrîya zêdetir ser geştyarên Sîyonîst kivş kirine.
Wezareta Karên Derve ya Taylendê jî Balyozê Rejîma Sîyonîst vexwend u nerazîbûna xwe hibmerî binpêkarî, qanûnşikênî û serederîya xirab a geştyarên Sîyonîst ragihandê û pêgirî kir ku berçavgiritna qanûn u erf u edetên herêmê pêwîst e.
Li gorî raporan li bajarên mînanî Pokêt u Kosamoyîyê jî dikandaran u çalakên geştyarîyê nerazîbûn nîşan dan u derbasbûn u seredana geştyarên Sîyonîst li hin navendên geştyarîyê qedexe kirine.