Beqayî: Hemî cîhanê zanî ku hebûna hêzên Amerîkayê nabe sedema ewlehîyê li herêmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360262-beqayî_hemî_cîhanê_zanî_ku_hebûna_hêzên_amerîkayê_nabe_sedema_ewlehîyê_li_herêmê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Ezmûna di mehên vê dawîyê da nîşan da ku hebûna leşkerên Amerîkayê li herêmê ne tenê nabe sedema ewlehîyê belku bûye sedema zêdebûna bêewlehîtîyê.
(last modified 2026-09-13T10:58:33+00:00 )
Îlon 13, 2026 14:28 Asia/Tehran
  • Beqayî: Hemî cîhanê zanî ku hebûna hêzên Amerîkayê nabe sedema ewlehîyê li herêmê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Ezmûna di mehên vê dawîyê da nîşan da ku hebûna leşkerên Amerîkayê li herêmê ne tenê nabe sedema ewlehîyê belku bûye sedema zêdebûna bêewlehîtîyê.

Ismayîl Beqayî herwiha got: Ewlehîya mayinde li herêmê tenê ji rêya pêbawerî u hevkarîya welatên cînar u bêyî hebûn u destwerdana zilhêzên derveyî navçeyî pêkan e. 

Beqayî derbara Tengava Hurmizê da jî got: Bêewlehîtîya li vê tengerêya deryayî encama kiryarên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst e u Îran ne berpirsyarê dûhatên ji ber wê ye. 

Beqayî bal kişand ser beşdarbûna çalak a Îranê di Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghay u Koma Brics`ê da u got: Têhran ji potansîyelên van du rêxistin u koman ji bo sekinîna himberî yekalîkarî, piştgirîya ji serwerîya welatan u xurtkirina hevkarîyên çendalî sûdê werdgire.  

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara alugurên Îranê da jî got: Îran piştgirîyê dide gotubêjê u bicihanîna nexşerêya ku alîyên yemenî ser lihev bikin û pirsgirêkên vî welatî divê bi gotubêj u rêbazên sîyasî bên çareserkirin.