Zêydî: YBŞ amade ye çekan radestî hikûmetê bike
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Yekîneyên Berevanîya Şingalê (YBŞ) ragihandine ku amade ne çekên xwe radestî hikûmetê bikin.
Elî Falih Zêydî pêgirî kir: Çîyayê Şingalê yê tam bikeve di bin kontrola emnî u idarî ya hikûmeta Iraqê da u kontrolkirin u pawankirina çekan ji hêla hikûmetê va u yekrêzkirina biryarên emnî ji isûlên bingehîn ji bo parastina xelkê Şingalê, misogerkirina seqamgîrî u garanbtîkirina siberoja nişteîyên vê herêmê ye.
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku hikûmeta Iraqê mafên endamên YBŞê YBJê garantî dike û kesên xwedîmerc dikarin anegorî çarçovên qanûnî u fermî tevli dezgehên emnî yên Iraqê bibin.
Zêydî herwiha pêgirî kir ku hikûmet rê nade Şingal bibe meydanek din a pevçûnê û ti hêz u çalakîyeke emnî u leşkerî ya derveyî çarçova hikûmetê qebûl nake.