Tirkiyê navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i360126-tirkiyê_navê_mezlûm_ebdî_ji_lîsteya_terorê_derxist
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê navê Mezlûm Ebdî, rayedarekî Kurd ê Sûriyê ji lîsteya terorîstên lê digerin derxist; Ev yeka piştî ku ew wekî şêwirmendê Serokkomartiya Sûriyê hate destnîşankirin pêk hat.
(last modified 2026-09-04T14:53:01+00:00 )
Îlon 04, 2026 18:21 Asia/Tehran
  • Tirkiyê navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxist

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê navê Mezlûm Ebdî, rayedarekî Kurd ê Sûriyê ji lîsteya terorîstên lê digerin derxist; Ev yeka piştî ku ew wekî şêwirmendê Serokkomartiya Sûriyê hate destnîşankirin pêk hat.

Li gorî raporên medyaya Tirkiyê, navê Mistefa Xelîl Ebdî ku wek Mezlûm Ebdî tê nasîn, berî nika di lîsteya kesên ku ji hêla Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê ve dihatin şopandin de bû û tawanên têkildarî çalakiyên terorîstî li dijî wî hatibûn raberkirin. Ev biryar di demekê de hat dayîn ku Mezlûm Ebdî di rojên dawî de ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyê ve wekî şêwirmendê Serokomaratiya Sûriyê hat tayînkirin. Tayînkirina Ebdî wekî şêwirmendê Serokomaratiya Sûriyê û rakirina navê wî ji lîsteya terorê ya Tirkiyê di demekê de ye ku pêşeroja têkiliyên di navbera Şam û hêzên Kurd de û her weha çawaniya tevlîkirina nijyarên leşkerî û siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê, yek ji mijarên girîng ên di alûgorên vî welatî ne.