Talan û kavilkirina malên Kurdan li Girêsipî
Tebax 13, 2026 15:04 Asia/Tehran
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê basa talan û kavilkirina malên welatiyên Kurd ên li gundên dorhêla Girêsipî kir.
Malbatên sûrî ku di heft salên buhurî de di malên welatiyên Kurd ên li gundê Metkelîteyê li rojava Girêsipiyê bûn, piştî terikandina vê navçeyê mal talan kirin û xisar û derbeyên giran li heyîtiyan xistine. Rapr nîşan diidn ku derî û pencereyên malan hatine şikandin û alavên elekterîkê û kel û pelên li nav malan ji dîwaran hatine jêkirin û dizîne. Herwiha dîwarên malan hatine xirakirin û gelek ji van malan ketine rewşekê ku idî meriv nikare têde bijî.
Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye malbatên ku ev mal di destê wan de bûne, ji navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê bo vî gundî hatibûn veguhestin.
Serepeyv