Yekemîn sefera sersekreterê NY bo Sûriyê piştî 17 salan
Tîrmeh 25, 2026 18:05 Asia/Tehran
Sersekreterê NY sibeha îro wek bersiva li hember vexwendina rejîma Colanî derbasî şamê bû.
Antoniyo Gotrêş, Sersekreterê NY, sibeha îro derbasî Şamê bû. Eva yekemîn sefera sersekreterekî NY bo Sûriyê di 17 salên buhurî da ye. Esed Şêybanî, wezîrê karên derve yê rejîma Colanî, li balafirgeha navnetewî ya Şamê pêşwaziya Gotrêşê û taxima li gel wî kir.
Berî nika berdevkê Gotrêş ragihandibû ev sefera ser vexwendina rejîma Colanî pêk tê. Biryar e Gotrêş bi Colanî û hinek ji endamên rejîma wî re hevdîtinê pêk bîne. Sersekreterê NY got ku ev rêxistina pêbendî piştgîriya ji rejîma Colanî û gelê Sûriyê ye.
Serepeyv