Rapora NY li ser binpêkirinên berfireh ên mafên Derûziyan li Sûriyê
Karzanên NY li Suweyda ya Sûriyê ji ber pêla nû ya êrîşên li ser Derûziyan hişyariyê didin û radigihînin ku heta niha di encama êrîşên hêzên Colanî yên li ser navçê de zêdetirî hezar kes hatine kuştin.
Karzanên NY ragihandin ku êrîşên hêzên Colanî ser Derûziyên li parêzgeha Suweyda ya Sûriyê, ku di 13`ê Tîrmehê de destpê kirine, bi awayekî bêserûber berdewam dikin û ev cinayet kuştin, windakirina welatiyên Dirûzî, revandin, talankirin, wêrankirina heyîtiyan û şîdeta cinsî dijî jin û keçên Derûzî digire ber xwe.
Di vê midehê de, di êrîşên hêzên Colanî yên ser Suwêdayê de herîkêm 1000 Derûzî mirine, di nav wan de 539 sivîl hene ku 39 kes jin û 21 kes zarok in. Herwiha 196 kes, ji wan 30 jin û 8 zarok hatine îdamkirin û zêdetirî 33 gundên Derûziyan hatine şewitandin.
Karzanên NY herwiha ragihandin ku herî kêm 105 jin û keçên Derûzî ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Colanî ve hatine revandin ku çarenûsa 80 ji wan hîn jî nediyar e. Herwiha di gelek rewşan de raporên destdirêjiya cinsî û piştre îdamkirina jinên Derûzî ji aliyê hêzên Colanî ve hatine belavkirin.
Li gorî NY, nêzîkî 192 hezar kesên aware niha li parêzgehên Suweda, Dera û Humsê di şert û mercên pir xirab de dijîn, bêyî ku av, xwarin, elektrîk û xizmetên pizişkî ber destê wan be.
Ji aliyekî din ve, di demekê de ku gefên Colanî yên dijî Kurdên Sûriyê zêde dibin, Nûnerê Taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yê kar û barên Sûriyê, Giyêr Pêdêrson, hêviya xwe ji bo baştirkirina têkiliyên di navbera HSD`ê û hikûmeta demkî ya Sûriyê de anî ziman û pêgîrî kir ku pêwîst e peymana 10`ê Adarê berî dawiya vê salê were bicîhanîn.