Endamekî Konseya Parêzgeha Quneytereyê ya Sûriyê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i341565-endamekî_konseya_parêzgeha_quneytereyê_ya_sûriyê_hat_kuştin
Endamekî Konseya Parêzgeha Quneytereyê ya Sûriyê û Sekreterê Baskê Partiyê li vê parêzgehê bi gulleya kesên nenas hat kuştin.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
May 25, 2023 14:09 Asia/Tehran
  • Endamekî Konseya Parêzgeha Quneytereyê ya Sûriyê hat kuştin

Endamekî Konseya Parêzgeha Quneytereyê ya Sûriyê û Sekreterê Baskê Partiyê li vê parêzgehê bi gulleya kesên nenas hat kuştin.

Li gorî rapora SANA News'ê, Heme El-Kome Konseya Parêzgeha Quneytereyê ya Sûriyê û Sekreterê Baskê Partiyê li bajaroka Xedîr El-Bistanê ya başûrê Quneytereyê bi gulleya kesên nenas hat kuştin.

Çavkaniyeke pizîşkî ragihand, El-Kome berbanga îro bo beşa acîl a nexweşxaneyê hat veguhestin û hat diyarkirin ku wî piştî lêketina çend gulleyan canê xwe ji dest daye.

Parêzgeha Quneytereyê li başûrê rojavayê Libnanê lis er sînorê Filsitîna dagirbûyî ye û 70 kîlomitrî dûrî Şamê ye.

Bilindahiyên Golanê beşeke vê parêzgehê ne û heta beriya destpêbûna şêrr li Sûriyê 100 hezar kes gelheya bajarê Quneytereyê bû.