Wezîrê Niftê yê Sûriyê: Derfetên sermayeguzariyê di warê madenê da ji bo Îran û Rûsyayê amade ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i341503-wezîrê_niftê_yê_sûriyê_derfetên_sermayeguzariyê_di_warê_madenê_da_ji_bo_Îran_û_rûsyayê_amade_ne
Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê bi gotina vêya ku hin çavkaniyên madenê yên nû li vî welatî hatine keşfkirin, ragihand ku welatên bira û hevpeyman weke Îran û Rûsyayê dikarin di vî warî da sermayeguzarî bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2023 14:24 Asia/Tehran
  • Wezîrê Niftê yê Sûriyê: Derfetên sermayeguzariyê di warê madenê da ji bo Îran û Rûsyayê amade ne

Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê bi gotina vêya ku hin çavkaniyên madenê yên nû li vî welatî hatine keşfkirin, ragihand ku welatên bira û hevpeyman weke Îran û Rûsyayê dikarin di vî warî da sermayeguzarî bikin.

Feras Qedûr Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê got: 9 derfetên sermayeguzariyê ji aliyê Desteya Sermayeguzariyê ya Sûriyê va hatine hilêxistin.

Qedûr her wiha got: Sûriye niha di halê berfirehkirina proje û pêşeyên nû û hewldana ji bo hêsankirina sermayeguzariyê di warê çavkaniyên jêrzemînî ye.

Wezîrê Nift û Çavkaniyên Madenê yê Sûriyê bi gotina vêya ku boykotên Amerîkayê ku di dema erdheja vê dawiyê da bi awayê demkî hatin rakirin, tenê têkildarî alîkarîgihandin û karûbarên mirovheziyê ne û beşa nift û çavkaniyên madenê nagirin ber xwe, got: Tevî hebûna boykotan hin têkilî digel welatên erebî û welatên dost di warê proje û sermayeguzariyan di vî warî da bi cih tên.