CENTCOM’ê piştrast kir ku binkeya hêzên amerîkî yên dagirker li Sûrîyê ket ber êrişê
Fermandetîya Navendî ya Hêzên terorîst ên Amerîkayê li Rojhilata Navînê (CENTCOM) piştrast kir ku binkeya hêzên amerîkî yên dagirker ket ber êrişa herî giran a bi rokêtan.
Duh 4 rokêt li binkeya hêzên amerîkî ya li meydana gazê ya Konîko’yê li Dêrezorê li rojhilatê Sûrîyê ketin û di encamê da agir berbû wir.
Fermandetîya Navendî ya Hêzên terorîst ên Amerîkayê li Rojhilata Navînê (CENTCOM) di daxûyanîyekê da piştrast kir ku 2 mûşek li binkeya wan hêzana li rojhilatê Sûrîyê ketin.
Eva di halekî da ye ku çavkanîyên nûçeyan çend sietan ji pêş va basa êrişa giran a bi rokêtan ser binkeya dagirkerên amerîkî li rojhilatê Sûrîyê kirin.
Ajansa Nûçeyan a Sputnik’ê ragihandibû ku di encama êrişeke ser binkeya hêzên amerîkî da agir berbûye meydana gazê li Dêrezora Sûrîyê.
Di vê raporê da hatîye ku ew êrişa, ya herî giran a bi rokêtan di cureya xwe da ya heta vê gavê bûye.
Çavkanîyên xwecî ji nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Sputnik’ê ra ragihandin ku herî kêm 10 rokêt ber bi vê binkeya hêzên amerîkî va hatine avêtin.