Miqdad û Geir Pedersen li Şamê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338033-miqdad_û_geir_pedersen_li_Şamê_civiyan
Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê digel Geir Pedersen Nûnerê taybet ê NY li karûbarên vî welatî civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2022 14:19 Asia/Tehran
  •  Miqdad û Geir Pedersen li Şamê civiyan

Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê digel Geir Pedersen Nûnerê taybet ê NY li karûbarên vî welatî civiya.

Li gorî rapora SANA Newsê, Di vê hevdîtinê da alûgorên herî dawî yên têkildarî rewşa Sûriye û navçeyê hatin vekolandin.

Geir Pedersen di vê hevdîtinê da encama şêwirîn û hevdîtinên xwe şirove kir.

Feysel Miqdad got: Ji pirsgirêkên bingehîn ku Sûriye tûşî wan bûye bandorên wêranker ên bicihmayî ji terorîsmê û kiryarên yekalî li dijî aboriya Sûriyê û jiyana sûriyan e.

Miqdad her wiha got: Ji pirsgirêkên din, dewama hebûna Amerîka û Tirkiyê bi awayê neqanûnî li axa Sûriyê ye; tiştê ku aşkira binpêkirina serweriya Sûriyê û rêzikên navneteweyî ye.