Îlon 04, 2022 21:46 Asia/Tehran
  • 14 terorîstên şaneyên DAIŞê li kampa hole hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ragihand, di çarçoveya operasyona hemleya mirovî û ewlehiyê de, 14 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên roja dehemîn a hemleya mirovî û ewlekarî eşkere kir û diyar kir, di çarçoveya operasyona lêgerîn û paqijkirinê de, 14 terorîstên şaneyên DAIŞê girtin û 5 xendeqên ku ji bo veşartinê tên bikaranîn hatin dîtin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest danîn ser 16 telefonên destan ên ku di binê erdê de hatibûn veşartin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin.

Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin, di nava wan de 14 jin û 2 zarok hebûn.

Serepeyv