Artêşa Sûriyê êrîşî çeteyên Tirkiyê kir û 9 çete kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşa Hêzên Hikûmeta Sûriyê li dijî grûpên çete yên ser bi Tirkiyê li gundê Basûfana Efrîna dagirkirî, 9 çete hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Artêşa Sûriyê di dema guhertina nobedariyê de grûpa Feylaqul Şam de ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, bi mûşekê wesayîta leşkerî ya vê grûpê kir hedef.
Berpirsê Ragihandinê yê grûpa Feylaqul Şam Seyf Raad ji Ajansa Anadoluyê ya hikûmeta Tirkiyê re ragihand ku artêşa Sûriyê, bi mûşekên germahiyê çekdarên wan hedef girtine.
Raad diyar kir ku di êrîşê de 9 çekdarên wan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Li aliyê din Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di nûçeya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku “9 endamên Feylakul Şam hatine kuştin”.
SOHRê her wiha ragihand ku wesayîta leşkerî ya çetayan bi mûşeka germahiyê hatiye hedef girtin.