Hezîran 24, 2022 13:54 Asia/Tehran
  • Çeteyên Tirkiyê agir berdidin zeviyên şêniyên gundê Bênê li bakurê rojavayê Sûriyê

piştî topbarankirina gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa li herêma Efrînê, çeteyên dewleta Tirkiyê ya dagirker agir berdidin zeviyên gundiyan.

Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê duh di saetên sibehê de gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê li herêma Efrîna dagirkirî ya bakurê rojavayê Sûriyê topbaran kir.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê ya dagirker her wiha agir berdidin zeviyên gundiyan.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, şewat li zeviyên gundiyan hîna dewam dike û xisarên giran gihandiye hasil û çandiya xelkê herêmê.

Serepeyv