Li Serê Kaniyê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333868-li_serê_kaniyê_di_navbera_çeteyên_tirkiyê_de_şer_derket
Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê ku artêşa tirk û çeteyên wê ew dagir kirine di navbera grûpên çete ên ser bi Tirkiyê de şer û pevçûn derket û di encam de hejmarek çete birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê ku artêşa tirk û çeteyên wê ew dagir kirine di navbera grûpên çete ên ser bi Tirkiyê de şer û pevçûn derket û di encam de hejmarek çete birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecehî di şerê navbera wan grûpan de çekên normal û giran hatine bikaranîn û di encam de hejmarek çete birîndar bûne û herwiha zerar û ziyan gihiştiye malên welatiyên navçê, lê derbarê navê wan grûpan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Li aliyekî din li gor heman çavkaniyan çeteyên grûpa Hemzat a ser bi Tirkiyê êrîşî malên sê malbatan li naveraste bajarê Serê Kaniyê kirine û gef li wan xwarine da ku wan neçar bikin ji malên xwe derkevin û dest deynin ser malên wan.

Wek tê zanîn berî niha jî çendîn car şer û alozî di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê de li ser mal û milkê xelkê kurd ên navçê derketiye.