Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322502-li_eyn_Îsayê_7_çete_hatin_kuştin
HSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa çeteyên dewleta Tirkiyê ya li dijî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê hatiye têkbirin û di şerê giran de 7 çete hatine kuştin û 3 çete birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Li Eyn Îsayê 7 çete hatin kuştin

HSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa çeteyên dewleta Tirkiyê ya li dijî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê hatiye têkbirin û di şerê giran de 7 çete hatine kuştin û 3 çete birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD`ê têkildarî êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di demên dawîn de li xeta Eyn Îsayê topbaran û êrişên bejahî zêdetir kirine û tevgera balafiran li asîmanê herêmê bê navber dewam dike.

Di dewama daxuyaniya HSD`ê de hate gotin ku şervanên HSD`ê bersiva êrişên bejahî yên çeteyan ên li dijî gundewarên Eyn Îsayê da û li ser wê yekê êriş hatin têkbirin û çete paşde vekişiyan.

Her wiha hate diyarkirin ku 21`ê Kanûnê (duh) di saetên şevê de, çeteyên dagirker ji çend aliyan ve êrişî gundê Mişêrfê kir û di navbera wan û şervanên HSD`ê de şerekî giran rû da. Di encama bersivdayîna şervanên HSD`ê de 7 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.