SOHR: "Beşek din a cenazeyên çeteyan ji Qerebaxê vegeriya"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321149-sohr_beşek_din_a_cenazeyên_çeteyan_ji_qerebaxê_vegeriya
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşek din a cenazeyê çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê hatin kuştin vegeriya Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2020 07:32 Asia/Tehran
  • SOHR:

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşek din a cenazeyê çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê hatin kuştin vegeriya Sûriyê.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 12 cenazeyên çeteyên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê yên li kêleka artêşa Komara Azerbaycanê li djiî Ermenistanê şer kirin, vegeriyan Sûriyê.

SOHR her wiha destnîşan kir ku 10 çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê şer dikin hatin kuştin.

SOHR, beriya demekê ragihandibû ku "Veguhestina çeteyên Sûriyê ber bi Qerebaxê ve didome. Hejmara çeteyên Sûriyê yên ji bo Komara Azerbacyanê hatine şandin gihiştiye bi kêmanî 2 hezar û 580, 250 çete hatin kuştin û 342 vegeriyan."

Di 27'ê Îlona borî de şerê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de dest pê kir. Lê hîn şer berdewam e.