Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê bal kişand ser berfirehbûna êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê di rojên derbasbûyî de û ragihand: Êrişa ser kurdên Sûriyê ji ewlewiyetên nû yên Erdogan e.
Balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê bombebaran kirin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.
SOHR diyar kir ku li dijî cihê paqijkirina petrolê ya gundewarê Carablusê êrişa bi moşekan pêk hat, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Rêxistina Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala vegeriyana zêde ji 900 çekdarên sûrî bo Sûriyê ji navçeya Qerebaxê kiriye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşek din a cenazeyê çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê hatin kuştin vegeriya Sûriyê.
Tevî bangên agirbestê ji bo herêma Qerebaxê tê kirin, Dewleta Tirkiyê çeteyên sûrî dişîne Komara Azerbaycanê.
Çavkaniyên sûrî qala qewimîna çend teqînan li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê kirin.
SOHR’ê ragihand ku "Dewleta Tirkiyê mûçeya çeteyên ji Sûriyê ku li Lîbyayê ne, ku berê 2 hezar dolar distandin, daxist 600 dolarî."
Çeteyên ku Dewleta Tirkiyê ew rêkirin Lîbyayê, li xwe mikur hatin ku wan "sûcên dizîn û talankirinê der heqê malên gelê Lîbyayê de" pêk anîne.